Li der zextên li dijî koçberan û binçavkirina wan li bajarê Los Angeles yê Amerîkayê xwepêşandan di roja 4. de dewam dikin.
Serokê Amerîkayê Trump bîr da ku 2 hezar leşkerên taybet û 700 jî yên deryayî ên din bişîne bajêr.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentgonê ragihand ku bi fermana Donald Trump ji bo piştigiriyê bidin Saziya Koçberiyê û Parastina Gumrikê, 2 leşkerên din erkdar kirine.
Washingtonê 2 hezar 700 leşkerên din şand bajêr
Wezîrê Parastinê jî ragihand ku 700 leşkerên deryayî li herêmê hatine bi cih kirin.
Li gorî ragihandina Amerîkayê hejmara leşkerên ku li herêmê hatine bi cih kirin derketiye 4 hezar 800’î.
Ev leşker ji bo xwepêşanderan belav bikin guleyên plastîk û xazê bikartînin.
Waliyê eyaleta Californiyayê û waliyên eyaletên demokrat şandina leşkeran rexne dikin.
“Walî dibêje, ev gava destpêkê ya Trump a ber bi otorîterbûnê ve ye.”
Şaredarê Los Angelesî jî ragihand ku niha li bajêr tirseke mezin heye û got, “Em bajarekî koçberan e. Washington êrişî taxên me û aboriya me dike.”



