Şevê din çekdarên ku xwe dispêrin desthilata Şamê li bajarokê Teldex yê li Himsê bi ser malên elewiyan de girtin.
Çekdaran 5 elewî kuştin û gelek ji wan birîndar kirin
Çekdarên ku xwe dispêrin desthilata şamê êrişî gundê Baruha yê li bajarokê Teldex kirin.
Bi ser malên wan de girtin û îşkence li wan kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 5 elewî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Duh bi şev jî çekdarên nenas li derdora Teldex êrişî ewlehiya giştî a desthilata Şamê kirin.
Li gorî ajansa Sana a desthilata Şamê di êrişê de endamekî ewlehiya giştî hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.



