Rêxistina Mafê Mirovan a Herane ragihand ku yek ji girtiyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Mucahîd Ebas Korkor ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.
Rêxistina Herane da zanîn ku beriya Mucahîd Ebas were darvekirin, malbata wî ji bo cara dawî hevdîtin gel bike ji bo girtîgehê hatibû bangkirin.
Hêjayî gotinêye ku Mucahîd Korkor di Nîsana 2023’yan bi tometa ‘şerkirina li gel dîn û bêrêzîkirinê’ bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.


