Li gelek herêmên Sûriyeyê pêleke nû ya girtin û revandinan li dijî welatiyên pêkhateyên Durzî, Kurdî û Elewî zêde bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamên “Ewlekariya Giştî” ya desthilata Şamê, dema 3 ciwanên Durzî berê xwe dida Lubnanê girtin.
SOHR’ê aşkera kir ku ev ciwan li ser rêbendeke “Ewlekariya Giştî” ya li derdora Eşrefiya Sehnaya ya gundewarê Şamê hatin girtin, îşkence li wan hatin kirin û ber bi cihekî nediyar ve hatin veguhastin.
SOHR’ê diyar kir ku yek ji wan ciwanan berê sal û nîvekê di girtîgeha Sêdnaya de bû, piştî hilweşîna rejîma Baas’ê di dawiya 2024’an de hatibû berdan.
Beriya çend saetan jî, me nûçeyek parve kir ku 3 welatiyên Kurd dema ji Qamişloyê berê xwe didan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ser rêya Dêr Hafirê, ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.
Her wiha li ser rêbenda kontrolê ya El Şet a li têketina Ezazê ya li ser rêya Efrîn-Helebê, “Ewlekariya Giştî” ya desthilata Şamê ciwanê bi navê Ehmed Osman Hemo revand.
Duh jî, endamên dewriyeyek “Ewlekariya Giştî”, di nav de ciwanek 17 salî, 5 kes ji mezheba Elewî girtin. Ewlekariya Giştî di serdegirtina taxên Cibêbat Şerqiye û Ferwe yên Ceblê yê gundewarê Laziqiye ew kes girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.



