Li gorî SOHR’ê li Sûriyê di 24 satan de 27 kes hatin kuştin û gorek komî hat dîtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirova ya Sûriyê ragihand ku di 24 saetan de 27 kes hatin kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku li gundewarê Şamê di encama teqîna mayinekê de zarokek 8 salî jiyana xwe ji dest da.
Li bajaroka Hefîr a Jorîn jî kesek bi navê Xeter dihat naskirin, di dema rejîma Baas de tevkarî bi hêzên leşkerî re dikir di rewşeke ne zelal jiyana xwe ji dest da.
Li Humsê jî cenazeyê kesekî ku efserekî hêzên parastina hewayî yê rejîma Baas’ê bû hate dîtin.
Li Til Kelexê jî di êrişekê li ser benda kontrolê 4 endamên desthilata Şamê hatin kuştin.
Li heman gundî komên çekdar ku têkiliya wan bi desthilata Şamê re heye 5 sivîlan kuştin.
SOHR: Li Hemayê gorek komî ya 10 cenaze tê de hat dîtin
Li gundewarê Tertûsê jî komeke çekdar, ciwanek kuşt.
Li gundewarê Hemayê jî cenazeya 10 kesan di bîrekê de hate dîtin.
Her wiha li Holayê jî çekdarên nenas ciwanek kuştin.
Li Misyafê jî komeke çekdar bi ser dikanekê de girtin û xwediyê wê kuştin.
Li Humsê jî di êrişeke hêzên desthilata Şamê ciwanekî elewî hat kuştin.
Herî dawî endamekî berê yê “Tugeya El Quds” dema ji bajarê Helebê diçû gundê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.



