Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Delîl Temel ê li Qendîlê şehîd bû, eşkere kir.
https://hawarnews.com/kr/hpge-nasnameya-fermandar-delil-temel-eskere-kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku fermandar Delîl Temel 30’ê Tebaxa 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû.
HPG’ê derbarê têkoşîna fermandar Delîl Temel wiha got:
“Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.
Hevrêyê me Delîl ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û her erka xwe li gorî rêgezên milîtaniya Apoyî bê kêmanî pêk anî, tevahiya 29 salan têkoşîneke bêyî navber raber kir.”
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd, gelê Botanê û tevahî gelê Kurdistanê re xwest û soza domandina têkoşîna heya pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Delîl Temel
Nav û paşnav: Hatîp Ariturk
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik û bav: Hediye – Emîn
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tebaxa 2021’an/Qendîl


