Saturday 2026/06/13
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ozgul Sakî: Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata navîn de têkoşîna jinên Kurd heye

June 13, 2025
in JIN
A A
Ozgul Sakî: Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata navîn de têkoşîna jinên Kurd heye
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ya jinên Kurd ji bo guherîna Rojhilata Navîn girîng e û got: “Israra jinan a ji bo aştiyê divê ne tenê weke rabûna li ber serweriya mêr bê pênasekirin. Di nava têkoşîna aştiyê de têkoşîna li hemberî mêtingehî û kolîtiyê jî heye.”

Banga Rêber Apo ya ji bo jinan bala raya giştî kişand.

Bi taybetî daxuyaniyên ku destnîşan dikin, jin bingeha têkoşînê ne, li Tirkiyê li nava tevgerên jinan têne nîqaşkirin.

‘Têkoşîna aştiyê ya jinan digihêje heta yewnan a antîk’

Ji femînîstên Tirkiyê Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî li ser vê bingehê qala dîroka têkoşîna aştiyê ya jinê kir û got:

“Em dikarin dîroka têkoşîna jinan a ji bo aştiyê bigihînin heta Yewnan a Antîk.

Israra jinan a ji bo aştiyê divê ne tenê weke rabûna li ber serweriya mêr bê pênasekirin.

Di nava têkoşîna aştiyê de têkoşîna li hemberî mêtingehî û kolîtiyê jî heye.

Dikarim bibêjim ku jinên bi vê berpirsyariyê radibin û li dijî kapîtalîzma partriarkal têdikoşin hene.

Ji ber vê yekê têkoşîna aştiyê ya jinan ne tenê têkoşîna ji bo bêdengkirina çekan e di heman demê de têkoşîneke azadbûnê ye.”

“Avakirina Rojava ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak”

Parlamenter Ozgul Sakî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn yên ku guherîna herî bingehîn pêk anîn, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e û got:

“Bi taybetî avakirina Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak.

Berxwedana bêhempa ya ku li hemberî komkujeriya DAÎŞ’ê ya li Sûriyê nîşan dan û jiyana civakî ya nû ya li Rojava ava kirin.

Ne tenê ji herêmê re her wiha ji tevahiya cîhanê re bû îlham ji gelan re ku ji bo aştî, azadî û wekheviyê têkoşînê dimeşînin.

Têkoşîna hevpa a Dayikên Aştiyê jî weke Înîsiyatîfeke aştiyê ya xweser a vê xakê rêveçûna dîrokê guhert.”

Parlamenter Ozgul Sakî da zanîn ku bi Kongreya NADA ya 1’emîn re ku meha Gulanê li hev kom bûn, ev danheviya dîrokî gihîşt asteke nû û wiha axaftinê xwe bi dawî kir:

“Belê li cografyayeke bi vî rengî ku veguheriye qada şer û komkujiyan, jin di aştiyê de israr dikin.

Di bingeha vê de jî hesreta jinan a ji bo jiyaneke civakî heye ku biryarên xwe yên li ser paşeroja xwe bi xwe bidin, baweriya bi destketiyên têkoşîna xwe heye.”

Previous Post

Helwesta aliyên cîhanê li ser êrişên Îsraîl û Îranê

Next Post

Reuters: Îran xwe bo bersiveke tund amade dike

Weşana girêdayî

YJK-S : Em tevli çalakiyê greva jinan bibin û piştgirî bidin YPJ
JIN

YJK-S : Em tevli çalakiyê greva jinan bibin û piştgirî bidin YPJ

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin
JIN

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin
JIN

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye