Li bajarê Hesekê û Qamişlo yên kantona cizîrê ezmûnên serbest yên refa 9’an a minhacên Rêveberiya Xweser dest pê kir.
Îro roja yekemîn a ezmûnên azad ên refa 9’an a minhacên Rêveberiya Xweser li Hesekê dest pê kir.
Li bajarê Hesekê ji bo rêveçûna ezmûnan, dibistana Felek Hewas ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve hatiyê amade kirin.
Li gor Desteyê, hejmara xwendekarên azad li kantona cizîrê 453 xwendekar e.
267 ji wan kurd in , û 186 ji pêkhatiyên ereb e.
Li Hesekê 158 xwendekar ji pêkhatiyên kurd û ereb ezmûn îro pêşkêşkirin.
Her wiha siba 15’ê hezîranê, roja yekem ji ezmûnên amadeyî li heman dibistanê pêk tê.



