Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku armanca wan a pêşxistina çekên atomê tune ye, lê ew ê dev ji mafê xwe yê enerjiya atomî û lêkolînê bernedin.
Îro hemwextî êrişên bi moşekî yên Îranê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li Meclisa Îranê axivî.
Mesûd Pezeşkiyan dibêje:
“Niyeta me ya pêşxistina çekên atomî tune ye.
Mafê me yê enerjiya atomî û lêkolînê heye, û em ê nehêlin ku kes vê mafê ji me bistîne.”
Pezeşkiyan bang li gelê Îranê kir ku bibin yek û li hember Îsraîlê li ber xwe bidin.
Pezeşkiyan diyar kir ku divê her cûre cûdahiyên ramanan û pirsgirêk werin danîn aliyekî, got:
“Divê em bi yekîtî û hevgirtinê li dijî êrîşkariya Îsraîlê weke êrişên qirkirinê ye, bi tundî bisekinin.”
Israel Katz: Wê xelkê Tehranê bedelê bidin
Her wiha îro serê sibê, Îsraîlê rêze daxuyanî dan.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz di daxuyaniyekê de hişyarî da xelkê Tehranê.
Katz teqez kir ku Îran li Îsraîlê sivîlan hedef digire û got ew ê neçar bikin ku xelkê Tehranê bedelê vê yekê bidin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê destnîşan kir ku Îranê ji bo provake kirina Îsraîlê, gule li malên sivîlên Îsraîlî reşand û got:
“Dîktatorê qure yê Tehranê veguheriye kujerê tirsonek.
Xelkê Tehranê di demekê nêz de hesabê vê yekê bide.”



