Rojnameya Well Street Journal ragihand ku Îran dixwaze şer raweste û danûstandinên nukler careke din berdewam bike.
Rojnameyê eşkere kir ku bi rêya navyenkaran Îran ev daxwaz ji Israîl û Amerîkayê kiriye.
Rojnameya Navneteweyî eşkere kir ku Îranê hinek berpirsên Ereb agahdar kirine ku ew dixwaze şer bi dawî bibe û danûstaninên Nukler dewam bike.
Li gor rojnameyê, Îranê ev name ji Israîl û Amerîkayê re şandine.
Roja yekşema borî, gerek hevdîrin di navbera Îran û Amerîkayê de hatibana lidarxistin, lê ji ber êrişên israîlê, Îranê xwe jê vekişand û danûstandin pêk nehatin.
Berî niha Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îranê xwest ku ew hêvî dikin Îran li danûstandinan vegere û berdewam bikin.



