Analîzkerên leşkerî yên Îsraîlê hişyarî ji hedefgirtina Xamineyî da û diyar kirin ku dê encama vê herdefgirtinê, şerekî herêmî yê ku nayê kontrolkirin, bide destpêkirin.
Li ser mijarê analîzkerê leşkerî yên Îsraîlê Amûs Herîl axivî.
Amûs destnîşan kir ku heta niha Îsraîlê tu zirar negihandiye bernameya atomî ya Îranê.
Ev yek jî weke aramanca sereke binav kir.
Her wiha Amûs diyar kir ku armanca duyemîn jî hedefgirtina moşekên palîstî yên Îranê ye û hişyarî ji hedefgirtina murşidê Îranê Elî Xamineyî da.
Amûs got, Îsraîl dikare pêşî li pêşketina bernameya atomî bigire, lê ji bo hilweşandina wê zehmetiyan bibîne.
Her wekî analîzkerê leşkerî Yoav Lîmor jî hişayrî ji hedefgirtina Xamineyî da û got:
“Gaveke wekî vê gavê dikare hêzên radîkal ên Îranê xurt bike.
Bi taybetî eger Îsraîl nikaribe êrişên xwe yên li Îranê kûrtir bike û eniya xwe ya hundirîn biparêze.”



