Li Kenyayê nivîskarekî ji hêla polîsan ve hatibû binçavkirin û duv re jiyana xwe ji destdabû.
Ji ber vê yekê xelkê Kenyayî ji bo şermezarkirina vê yekê xwepêşandan lidarxistin.
Hejmareke mezin ji ciwanan beşdarî xwepêşandana ku li ser Rêya Parlamentoyê beriya nîqaşên budçeyê hate lidarxistin bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, xwepêşanderan dest bi meşekê kirin û dirûşmeyên “Em edaletê dixwazin” û “Edalet, ne budçe” qîr kirin.
Xwepêşanderan daxwaza îstifaya polîs Eliud Lagat kirin, ku ji ber mirina Ojwang berpirsiyar e.
Polîsan dever bi barîkadên ewlehiyê dorpêç kir û gaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anî.



