Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek li bajarê Hesekê li dar xist.
Li wir, du mijarên mîna “Sûriyeya nû ber bi ku derê ve diçe” û “Rola jinan di avakirina aşîtiyê û pêkanîna edaletê de” hatin nîqaşkirin.
Komcivîn bi navê “Rola jinan di avakirina aşîtiyê û pêkanîna edaleta demkî de” bi tevlîbûna bi dehan endam û nûnerên saziyan pêk hat.
Di komcivînê de diyar kirin ku jinan bi tevahî hêza xwe li hemberî hişmendiya baviksalar têkoşîn kiriye.
Her wekî gotin ku; li herêmên di bin kontrola hikûmeta nû ya Sûriyeyê de jin tên kuştin û tundî li ser wan tê kirin.
Lewra, divê li Sûriyê mafên tevahî pêkahateyan bên parastin û sûcdar bên cezakirin.



