Ciwanên bajarê Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şevbuherkek lidarxistin û diyar kirin ku ji bo aştî û aramî li herêmê serwer bibe, divê tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.
Şevbuherk bi pêşengiya jinên ciwan yên bajarê Helebê bi durişmeya “Ji bo azadiyê dema pêşengtiyê ye.” li parka Efrîn hate lidarxistin.
Xelkên taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyên, rexistin û tevgerên jin û ciwanan beşdarî Şevbuherk bûn.
Li wir, Yekîtiya Jinên Ciwan Şems Elî Eldîn axivî.
Şems destnîşan kir ku jin û ciwan deyîndarê Rêber Apo ne û got:
“Emê banga aştî û civaka demokratîk bi pêşengiya Rêber Apo bighînin serî”
Piştî axaftina komên çand û hunerê berhemên xwe pêşkêşkirin.



