Ji nîvê meha Gulanê ve çinîna genimê avî li kantona Tebqayê dest pê kiriye.
Li vir Cotkar dibêjin , nirxê ku Rêveberiyê diyar kiriye têra vegerandina ziyanên wan nake.
Ji ber wê jî cotkaran xwest saziyên têkildar piştgiriya wan bikin.
Rêveberê navenda çandiniyê ya Tebqayê Mihemed El Hemad diyar kir ku berhema îsal gelekî kêm bû.
El Hemad destnîşan kir ku pirsgirêka wan ne tenê kêmbûna berhemê ye, lê kalîteya genim jî ne baş bûm.
Cotkarê bi navê Elî El Muhsin jî der barê mijarê de axivî .
Elî El Muhsin da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên ziyanan derengketina belavkirina sotemeniyê bû .
Cotkarê bi navê Ehmed El Meehmûd jî dibêje :
Tevî bilindkirina buhayê kirîna genim jî, lê berhem kêm bûye û cotkaran di rewşeke zehmet de ne.
Rêveberê Navenda El Bû Asî ya wergirtina genim Hemam Ehmed jî got:
Zexta li ser navenda El Bû Asî îsal kêm bû, ew jî ji ber hişkesaliyê û hişkbûna genimê bejî bû.



