Huzbullahê helwesta xwe ji şerê Israîl û Îranê zelal kir û got ew di vî şerî de li kêleka Îranê ne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got:
“Eger Hîzbûllah ji bo piştgiriya bi Îranê de êrîşî Îsraîlê bike, wê êdî nemîne.”
Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê cara duyemîn bi navê xwe daxuyaniyek da û ev yek jî weke rewşeke awarte hate pênasekirin.
Sekreterê Giştî yê Huzbullahê Naîm Qasim anî ziman ku Hîzbûllah “wê li hemberî êrîşa barbar a Îsraîl û Amerîkayê bi rengê guncaw tevbigere” û diyar kir ku li hemberî “bê edaletiya global” wê bi Îranê re bin.
Israîl Katz: Eger Huzbullah êrişî Israîlê bike wê nemîne
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê nerazîbûneke tund nîşanî vê daxuyaniyê da û gef xwar.
Israel Katz got, “Sekreterê giştî yê Hîzbûllahê ji yên beriya xwe ders wernegirtiye û li gorî fermanên dîktatorê Îranê Alî Xamaney tevdigere, gefê li Îsraîlê dixwe.”
Katz got, “Ez ji nûnerê (Tehran) yê li Lubnanê pêşniyar dikim ku baldar be û fêhm bike ku êdî sebra Îsraîlê ji terorîstên gefan lê dixwe nemaye.”



