Dayîka Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik ku duh jiyana xwe ji dest da, îro hate oxirkirin.
Piştî nimêja li mizgeftê hate kirin, cenazeyê Rehan Bayik birin gundê Çeqmaqa Jêrîn ya Kebana Xarpêtê û li goristana gund hate veşartin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir, Parlementerên DEM Partî, Endamên Tevgera Jinên Azad, nûnerên van partiyan yên li bajaran, hevşaredar û gelek kes beşdarî merasima oxirkirinê bûn.
Girseyê, piştî merasima oxirkirinê, li Mizgefta Weysel Qiranî ya li Taxa Zanîngehê sersaxî ji malbatê re xwestin.


