Li Reqayê kesekî mirov bi rengekî qaçax ji herêma Rêveberiya Xweser derbasî deverên din dagirkeriya Tirkiyê de dikir.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn ew şoapand û di dawiyê de ew girt.
Li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, di roja 18’ê hezîranê de, ev kes hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku kesê girtî rêyên derbasbûna ne-qanûnî bi kar dianî, ev yek jî gefê li ewlehiya herêmê dixwe û jiyana sivîlan dixe xeteriyê.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku tawanbar di nav toreke qaçaxçîtiyê de çalak bû ku derketina ne-qanûnî ya kesan hêsan dikir.
Her wekî destnîşan kir ku beşa Dijtawanê ya girêdayî wan, lêpirsînên xwe ji bo naskirin û girtina gumanbarên mayî didomîne.
Hêzên Ewlekariyê piştrast kir ku ewê operasyonên xwe yên ewlehiyê ji bo şopandina her kesê ku ewlehî û aramiya herêmê dixe xetereyê bidomînin.



