Hikumeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku wan wesîm El-Esed kur-amê serokê rêjîma baas a berê Beşar Eesed girt.
Di daxuyaniya wezareta Hundirîn a Hikumeta veguhêz de hate diyarkirin ku wesîm di operasyonekê hatiye girtin.
Li gorî wê, Wesîm Esed yek ji bazirganên herî mezin yên madeyên hişbir e û di dema rêjîma borî de gelek sûc jî kirine.
Sala 2023’an Amerîkayê Wesîm El-Esed li lîsteya cezayan zêde kiribû.
Li gor wê biryarê, Wesîm El-Esed bazirganiya madeyên hişbir û serkêşiya komeke çekdar dikir



