Duh Careke din jî li Til Eranê yê Li Helebê hêzên ewlehiya giştî yê hikumeta Sûriyê a veguhêz welatiyekî kurd revandin.
Her wiha welatiyê kurd yê ku li bajarê Sifêra yê li Helebê hatibû revandin 11 rojin çarenûsa wî nediyare.
Duh komek çekdar ku navê “ewlehiya giştî” li xwe dike li gundê Til Eran welatiyê Kurd Zekeriya Beşar revand.
Zekeriya Beşar bi xwe bazirgane û li gundê wî Til Eran 3 firoşgehên wî hene.
Kesên ku ew revandine dora 90 hezar dolarên amerîkî jî ji firoşgehên wî dizîne.
Hate diyarkirin ku kesên Zekeriya revandine zarokên eşîra El-Begara ne û berê çekdarên Îranê bûn.
Îro jî ev kesane karê xwe yên berê di bin navê “ewlehiya giştî” dikin.
Hêjayî gotiyê ye ku duh ewlehiya giştî a Helebê welatiyê kurd Xelîl Sefer piştî 4 rojan ji îşkenceya di girtîgehê de berdan.
11’ê vê mehê jî kesên nenas li bajarê Sifêra yê li Helebê jî welatiyekî kurd hate revandin.
Rêxistina mafên Mirovan a Efîrn-Sûriyê eşkere kir ku ev 11 roj in ku agahî ji Ferhrd Muslim 36 nehatiye girtin.
Muslim ji gundê Til Hasile û ev 14 sal li başûrê Kurdistanê ye.
Ferh Muslim yekemîn care ku bi boneya cejan Qurbanî serdana Sûriyê dike.
Balbata Ferhad Muslim bang li aliyên peywendîdar kir ku divê dimildest Ferhad were berdan.



