HPG bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên şehîdên ku di sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.
HPG sersaxî ji malbata her 4 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
HPG-NRÇ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat di sala 2018’an li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bûn ji afirînerên pêşketinên dîrokî û destketiyên heyî.
Di demekê de ku êrîşên dijmin herî giran bû, hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi sekna xwe ya fedaî asta gerîlatiya Apoyî ya têk naçe ispat kirin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
Hevrêyên me bi ruhê fedaî yê Apoyî bersiv dan armanca dewleta Tirk a tasfiyekirina PKK’ê ku di vê oxirê de hemû derfetên xwe bi kar anî.
Hevrêyên me bi taktîkên xwe yên dewlemend, ev armanca dewleta Tirk têk birin.”
HPG- NRÇ’ê sersaxî ji malbata her 4 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê Agahiyên derbarê nasnameya her 4 şehîdan wiha ye.

Nasnsav: Baran Çiya
Nav paşnav: Mahsûn Kasimî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik: Ayşe
Bav: Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ferzat Sema
Nav paşnav: Bariş Ozden
Cihê jidayikbûnê. Agirî
Dayik: Belkizar
Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mûrat Erdal
Nav paşnav: Abdulhakîm Goren
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Saîde
Bav: Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav. Rojhat Rojhilat
Nav paşnav: Îlyas Hakemî
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik: Zahîde
Bav: Fehîm
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê



