Rêxistinên jinan li Qamişloyê piştgiriya xwe ji bo malbatên qurbaniyên êrişa li ser Dêra Mar Elya anîn ziman û diyar kir “Ev êriş ne tenê li dijî xiristiyanan e, ew xencereke di dilê hemû sûriyeyiyên azad de ye.”
Daxuyanî li ber Navenda Weqfa Jinan a li taxa Hilaliyê ya Qamişloyê ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara Arzo Temo ve hate xwendin.
Rêxistinên jinan di daxuyaniyê de xemgîniya xwe ji bo qurbaniyên êrişê an ziman û ji malbatan re sersaxî û ji birîndaran jî şifa xwest. Her wiha piştgiriya xwe bo malbatên qurbaniyan anîn ziman.
Di daxuyaniyê ev “êrişa terorîstî” ya ku li dijî kombûnên sivîl ên ewle hatiye kirin, hate şermezar kirin.
Her wiha hate gotin: “Terorîzm ferqê naxe navbera zarok an mezinan, misilman an xiristiyanan. Berevajî vê, ew dijminê hemû mirovahiyê ye û hemû kesên ku li pişt wan an jî piştgiriyê didin wan, şirîkên vî sûcê hovane ne.”
Rêxistinên jinan bang li rayedarên têkildar kir ku tavilê lêpirsîneke berfireh vekin û tewnkarên êrişî eşkere bikin û darizînin. Her wiha xwest ku piştgiriyê bidin qurbaniyan û malbatên wan.
Di daxuyaniyê de her wiha bang li desthilata şamê kir ku ji bo parstina welatiyan tedbîrên pêwîst bigirin, bi taybet li cihên giştî û kombûnên olî.



