Arêtşa Lubnanê ragihand ku wan waliyê DAIŞ’ê yê Lubnanê girtin.
Artêşê da zanîn ku çeteyê girtî plana êrişan dikir.
Di daxuyaniya Artêşa Lubnanê hat diyarkirin ku ev operasyon piştî şopandin û lêkolînkirina çeteyê R.F ku binavê Qesûra tê naskirin, pêk hat.
Li gorî wê, terorîstê girtî berpirsyê çeteyên DAIŞ’ê li Lubnanê ye û yek ji berpirsên herî bilind yê DAIŞ’ê ye.
Artêşê da zanîn ku li rex Waliyê DAIŞ’ê gelek çek, cebxane, amûrê peywendiyê û amûrê çêkirina balafirên bêmirov jî hatin girtin.



