Rêxistina Sara li navçeya Eyn Îsayê der barê buyerên xwekuştinê û tundiyê de semînerek li dar xist.
Di sermînerê de bal hate kişandin li ser çawa pêşî li tundî û xwekuştinê bigirin.
Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê li ser mijar xwekuştinê û tundiyê de li bajarê Eyn Îsayê semînerek li dar xist.
Di semînerê de Jinên çalakvan û xebatkarên civakî amade bûn.
Ji rêveberên Rêxistina Sara Foza Mihemed der barê mijarê de agahî dan.
Fozayê diyar kir ku nebûna hişyariya civakî û cudakariyê di nava civakê de dibin sedemên zêdebûna xwekuştinê.
Her wiha Fozayê destnîşan kir ku bêdengiya li hember tundiyê û hesabnepirsîna ji sûcdaran bandoreke gelek nebaş kesan dike.
Foza di daviya axaftina xwe de got ku pêwîste civak çanda neqebûlkirina tundiyê di nava xwe de pêş bixîne.
Di dawiya semînerê de Foza Mihemed bersiva pirsên beşdaran da.
Di semînerê de îşaret bi girîngiya hişyarkirina civakê û rola rêxistinên civakî di avakirina çandeke ku rêzê li mafên mirovan digire, hate kirin.



