Ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalê wî, wê di 29’ê Hezîranê de li bajarê Koln ê Almanyayê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê KCDK-E’yê ji bo mîtîngê bang li Kurdistaniyan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin.
KCDK-E’yê diyar kir ku Şêx Seîd û hevalên wî bi têkoşîna xwe bûn semboleke pêşeng a berxwedana sed salî ya gelê Kurd û got:
“Di pêvajoya damezrandina komarê de sozên ji gelê Kurd re hatin dayin bi cih nehatin anîn, li şûna wê polîtîkayên înkar û îmhayê hatin meşandin.
Ev yek bû sedema destpêkirina berxwedanê.
Ev pêvajoya dîrokî ya bi berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî ava bû, îro jî dewam dike.
Gelê me sed sal in li hemberî vê înkar û îmhayê têkoşînê dimeşîne, berdêlên mezin da.
Van berdêlan em li ser piyan hişt û bi pêş ve bir.”
KCDK-E’yê destnîşan kir ku di vê roja dîrokî de hevparîbûna bi ruhê yekîtiya neteweyî gelekî girîng e û wiha domand:
“Bi pêşdîtin û rêberiya Rêber Apo hemû lîstik hatin pûçkirin û vejîn pêk hat.
Ji bo serketina vê pêvajoyê wezîfeyeke girîng li pêşiya me ye.”
KCDK-E’yê ji bo mîtînga li Kolnê bang li gel kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibe.



