Li wargeha Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Ciger Goyî konê sersaxiyê hatibû vedan.
Gelê wargehê bi girseyî serdana kon kirin û sersaxî dan malbatên şehîdan.
Serdan bi pêşengiya meclisa gelê wargehê û meclisên jin û ciwanan pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê meclisa Mexmûrê Nûdem Yeman axivî.
Nûdem tekoşeriya şehîda bibîrxist û got:
“Şehîd di dema berxwedana Şengalê digot,
Ev komkujiya ku li ser xelkê Şengalê pêkhatî mirov ji mirovbûna xwe şerm dikir.
Ev yek bi gotin û sekna xwe heqîqetek da çêkirin.”
Pismamê Şehîd Ciger jî Elî Bilehî berxwedana şehîdan silav kir û got:
“Şehîdên me ji bo azadiya civakê bi xwîna xwe destana lehengiyê nivîsandin.
Bê gûman ew kes bê mirinin û wê hertim jiyan bikin.”


