Li bajarê Îranşehrê ajanên sivîl ên rejîma Îranê mamosteyeke Belûc dayîka 4 zarokan kuşt.
Bûyera kuştinê 19’ê Hezîranê de pêk hat.
Mamosteya kuştî Husêniye Kolkolî bi temenê xwe 41 salî ye.
Ajanên rejîma Îranê li bajarê Îranşehr erebeyek dişopand.
Di şopandina erebeyê de endamên ewlehiyê yên bi cilên sivîl bêserûber gule li wê mamosteyê reşandin.
Di encamê de bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî şahidên bûyerê, ajanên sivîl piştî destpêkirina gulebaranê yekser ji cihê bûyerê reviyan.
Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê, ne hêzên ewlehiyê û ne jî rayedarên dadwerî berpirsiyariya bûyerê negirtin ser xwe.
Piştî 6 rojan ji hişçûnê û tevî hemû destwerdanên bijîşkan, Husêniye Kolkolî ji ber windakirina gurçik û spilê û xwînrijandina navxweyî mir.
Li gorî agahiyan, Husêniye Kolkolî li Dibistana Seretayî ya Hezretî Silêman li gundê Surap ê Îranşarê wek mamoste dixebitî.
Ew dayîka 4 zarokan e.



