Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Zîlan hat bibîranîn. Hate gotin, nameya şehîd Zîlan ji bo tevahiya jiyan banga berxwedan û têkoşînê ye.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bonya salvegera 29’an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyenb Kinacî) bîranîn hatin lidarxistin.
Kongra Star bi beşdariya şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê û endamên saziyên sivîl çalakiya bîranînê li avahiya Sendîqeya Karkeran a bajarê Rimêlan li dar xist.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Îlham Mihemed axivî. Îlham di axaftina xwe de şehîd Zîlan bi bîr anî û got, şehîd Zîlan sembola berxwedanê ye û meşa jinan a ji bo jiyaneke bi rûmet û azad e.
Îlham bi domdarî got: “Zîlan ne çûye, lê belê bûye meşaleyek ku rêya nifşên bê ronî kiriye. Nameya wê banga têkoşîn û azadiyê li hemû jinan e.” Îlham Mihemed di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir.
Piştî axaftina Îlham Mihemed, nameya şehîd Zîlan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin û mûm li ber wêneyên wê hatin pêxistin. Bîranîn bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxayê jî bi heman munasebetê çalakiyek ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin. Endamên komîn û meclisan, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û hêzên siyasî û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.
Endama Kongra Star Selama Remo nameya şehîd Zîlan xwend. Piştre rêvebera Meclisa Jinan PYD’ê Netewî Xemgîn wateya çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan şîrove kir û got: ” Xwezaya rûbirûbûnê guherand û nêzîkatiyek berxwedana jinan a rastîn ava kir ku ne tenê bi çiyayan ve sînordar e, lê hemû qadên jiyanê digire nava xwe.”
Netewî diyar kir ku “Zîlannimûneyek jineke şoreşger e ku zincîrên koletiyê qetandû li dijî neheqî û zordariyê derket.”
Netewî Her wiha bang li jin û gelên herêmê kir ku berxwedana xwe bi heman ruh û biryardariyê bidomînin.
Çalakî bi bezkirina dirûşman bi dawî bû.
Bi heman wesîleyê, şehîd Zîlan li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate bîranîn. Di çalakiya ku bi pêşengiya Kongra Star hate lidarxistin de, çalakî û peyama şehîd Zîlan hatin xwendin. Rêvebera Kongra Star Nûhat Şindî, diyar kir ku divê peyama şehîd Zîlan ji hêla jinên ciwan ve bêtir were xwendin û fêmkirin.
Di çalakiyê de, ji bo bîranîna şehîd Zîlan ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk a Til Temirê ve stran hatin gotin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê jî çalakiya bîranîna şehîd Zîlan li hola Navenda Çandê ya naverasta bajarê Reqayê li dar xist.
Çalakiya ku endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê amade bûn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Konbûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Cîhan Mihemed nameya şehîd Zîlan xwend.
Li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan sînevîzyonek hat pêşandan. Di dawiyê de Koma Şehîd Hêlîn Cûdî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan stran gotin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê jî bi heman boneyê çalakiyek li dar xist.
Çalakî li hola Meclisa Gel a bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê kantonê bi amadebûna endamên meclisên xwecih, nûnerên kombûnê, şaredarî û girseyek şêniyan hat lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera kombûnê Sefaa El Ehmed qala jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan kir.
Sefaa anî ziman ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe îlham da jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û rê li ber wan da ku beşdarî tevahî qadên jiyanê bibin.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Firatê Îmtîsal El Elî jî destnîşan kir ku “Zîlan bi îradeyek xurt li hemberî mercên herî zehmet sekinî û çalakiya wê di dîroka têkoşîna jinan de xaleke girîng e. Çalakiya wê ya fedaî bingehên xeta berxwedanê ya jinan sepand. Zîlan bûye sembola fedakarî û hêzê. Di dema heyî de jî ji jinan re bûye çavkaniya îlhamê. Mîraseya şehîd Zîlan hîna di dilên têkoşeran de zindî ye. Fedakariya wê rê li ber jinan vekir da ku cihê xwe di têkoşîna siyasî û civakî de bigirin.”
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Zîlan hat pêşandan û mûm li ber wêneyên wê hatin pêxistin.
Bîranîn bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqa şehîd Zeyneb Kinacî û Sema Yuca bi çalakiyekê li hola meclisê bi bîr anîn. Di çalakiyê de jinên ji bajarên Curniyê û Menûsra amade bûn.
Çalakî bi pêxistina mûman dest pê kir. dûre rêvebera meclisê Kewser el Ehmed peyamên her du şehîdan xwendin.
Dûre li ser jiyan û têkoşîna her du şehîdan a di oxira azadiyê de sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.



