Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî (CPJ) girtina rojnamegerê Kurd Hesen Zaza şermezar kir.
Komîteyê bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kir ku rojnamegerê Kurd Hesen Zaza bi lez serbest berde.
CPJyê girtina rojnameger Zaza wekî “beşek ji siyaseta sîstematîk a tirsandina rojnamegeran” bi nav kir û got:
“Divê cihê wî bê eşkerekirin”
CPJ: Divê rojnamegerê Kurd Hesen Zaza bê berdan
Koordînatora Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya CPJyê Sara Qozatê got:
“Divê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê tavilê cihê Hesen Zaza eşkere bike .
Ewlehiya wî misoger bike û hemû tohmetên ku ji ber karê wî yê rojnamegeriyê dijî wî hatine amadekirin betal bike.



