Şandeya Ewropa ya ku ji 39 kesan pêk tê û ku li Tirkiyê ye, ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir.
Şandeya Ewropî ji akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskaran pêk tê, li Tirkiyê ye.
Şandeyê di çarçoveya kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ daxwaznameya xwe ya hevdîtinê radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya li Stenbolê kir.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez spasiya şandeyê kir û bi bîr xist ku Rêber Apo ji sala 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Parlamentera Îtalyayî Francesca Cerasani bi navê şandeyê axivî û anî ziman ku sedema serdana wan piştiriya ji bo gel û Rêber Apo ye.



