Hikumeta veguhêz a Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker Mesûd Betal wekî rêveberê Efrînê û Mihemed Reşîd jî cîgirê wî îlan kir.
Parêzer Efrînî Hisên Naso da zanîn ku Mesûd Betal ji Qamişlo ye û fermandarekî HTŞ’ê ye cîgirê wî jî Mihemed Reşîd ê ji Efîrînê ku girêdayî mîta Tirkiyê ye sûcên dijmirovî li dijî gelê xwe yên li Efrînê kirine.
Hisên Neiso li ser hesabê xwe yê Facbookê dibêje ku destê van kesan di guhertina demografî, avabûna mîtingehên û guhetina navên qadên giştî yê li Efrînê heye.
Li gor Nasoev gav bi zanebûn ji aliyê Tirkiyê ve hatiye, çimkî Tirkiyê dixwaze peymana Şeri-Ebdî bi hevkariya hin aliyên Kurdî têk bibe.
Bi gotina Naso, ev gav hatiye avîtin da ku nîşan bidin ku Efrîn êdî nema di bin dagirkeriyê de ye, lê belê kurd wê birêve dibin.
Parêzer Efrînî dibêje ku bi vî rengî hewl didin di warê qanûnî de navê dagirkeriyê ji ser Efrînê rakin û nîşan bidin ku xelk vegeriyane û êdî tu sedemek girêdana peymanan nehêlin.
Her wiha Hisên Naso eşkere dike ku komên çekdar ên li Efrînê cilên Ewlehiya Giştî li xwe kirine û bi navê wê tev digerin.
Parêzer ji Efrînê Hisên Naso got ku bila tu kes bi gotinên şêrîn û sozên derew ên kesên navborî neyên xapandin.



