Aloziya di navbera Azerbeycanê û Rûsyayê de zêde bûye.
Ev alozî piştî wê yekê hat ku li Rûsyayê 2 Azerî hatin kuştin.
Lewma di vê derebarê de Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Azerbeycanê û bang li wan kir ku “baldar û hişyar” bin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Azerbeycanê û bang li wan kir ku “baldar û hişyar” bin.
Ev hişyarî piştî wê aloziyê hat ku li Rûsyayê 2 Azerî hatin kuştin.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat belavkirin, hişyarî ji bo welatiyên Rûs ên ku li Azerbeycanê ne yan jî plan dikin herin wir hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku divê welatiyên Rûs ên dixwazin biçin Azerbeycanê, “rewşa heyî ya li wî welatî” li ber çavan bigirin û wiha hat gotin:
“Em bang li welatiyên xwe yên li Azerbeycanê dikin ku zêdetir baldar û hişyar bin.”
Aloziya di navbera Azerbeycan û Rûsyayê de
Aloziya di navbera her du welatan de piştî bûyereke li bajarê Yekaterinburgê yê Rûsyayê zêde bû.
27’ê Hezîranê, di serdegirtina hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ya li ser malên Azeriyen de 2 welatiyên Azerbeycanê hatibûn kuştin.
Her wiha çend kes bi giranî birîndar bûbûn û 9 kes jî hatibûn desteserkirin.
Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê piştî bûyerê, gazî Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Rûsyayê yê Bakuyê Pyotr Volokovih kiribû û nerazîbûna tund a welatê xwe ragihandibû.
Bakuyê her wiha daxwaza lêkolîneke bilez û cezakirina berpirsan kiribû.
Wezareta Çandê ya Azerbaycanê jî wekî bertekekê jî hemû çalakiyên çandî yên Rûsyayê yên Azerbeycanê betal kiribûn.



