Kampanyaya Azadî ji bo Werîşe Muradî, balkişand ser şertên xirab ên Girtîgeha Qerçakê li Varemînê û got:
“Em derbarê Werîşe Muradî û rewşa girtiyan de bi fikar in.
Rayaderên Komara Îslamî ji jiyana girtiyan berpirsyar digrin.”
Kampanyayê ragihan ku ji wan re agahî hatiye dayîn ku girtiyên ji Girtîgeha Qerçakê hatine veguhestin, li odeyên karantînayê dimînin û xwe gîhandina xwarin, ava vexwarinê an jî xizmeten bijîşkî yên asgarî, tuneye.
Ji hin girtiyan ku girtiya siyasî Werîşe Muradî jî di nav de, beriya niha li Girtîgeha Evînê ji xizmetên tenduristî yên cidî bêpar hatiye hiştin, veguhestina wan a ji bo navendên bijîşkî yên li derveyî girtîgehê hat astengkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa hêyî ya li Girtîgeha Qerçaxê, ji şert û mercên Girtîgeha Evînê pir zehmetir û girantir e.
Em bi taybetî Werîşe Muradî der barê rewşa girtiyan de fikarên xwe yên cidî tînin ziman û em rayaderên Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana girtiyan û encamên şert û mercên derveyî mirovî berpirsyar digrin.”
Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku kir ku zext li hikûmeta Îranê ku girtiyan ya bêyî şert û merc berde.



