Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese di rapora xwe de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê weke qirkirinê bi nav kir. Anî ziman ku gelek şîrketên navneteweyî ji aliyê aborî ve di nava vî karî de ne û divê werin darizandin.
Raportora Taybet a Xaka Dagirkirî ya Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese şerê li Xezeyê ya di meha 21’an de ye weke qirkirina eşkereyî ya Îsralê bi nav kir û daxwaza hesabpirsînê ji şîrketên navneteweyî yên ku ji bo vê pêvajoyê kar dikin, kir.
Rapor bi sernavê “Ji aboriya dagirkeriyê ber bi aboriya qirkirinê ve” hat nivîsandin û îdia dike ku şîrket û saziyên wekî Lockheed Martin, Palantir, Volvo, BNP Paribas, Barclays, Vanguard û Fona Dewlemendiya Norwêcî rasterast an nerasterast ji wêranî û mirinên li Xezeyê berpirsiyar in.
Albanese di rapora xwe de pêşniyar kir ku ambargoya çekan û cezayên aborî li Îsraîlê were birîn û daxwaz kir ku divê rêveber û şîrket ji ber sûcên navneteweyî li dadgehên ceza yên navneteweyî bên bidarizînin.
Albanese di Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de axivî û bang li dewletan kir ku ambargoya çekan li ser Îsraîlê ferz bikin û têkiliyên bazirganî û darayî yên bi Îsraîlê re qut bikin.



