Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, li Dêrazorê 3 bekarhînerên narkotîkê girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniya ya Hêzên Ewlekariyê daxuyniyek da.
Di daxyaniyê de wiha hate gotin:
“Hêzên me agahî wergirtin ku li Dêrazorê 3 kes hene narkotîkê bikartînin.
Yekser hêzên me yên taybet, xebatên şopandin û lêkolînê kirin.
Piştî komkirina belgeyan û bi tensîqa dozgeriya giştî re, 3 kes hatin girtin.”
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku piştî lê pirsînê ew kes li xwe mikur hatin û madeyên narkotîkê yên li gel wan hat desteserkirin.
Di dawiyê de Hêzên Ewlekariyê bang li welatiyan kir ku ji bo tevgerên bi goman, navendên wan yên herî nêz agahdar bikin.”



