QSD’ê li bajarokê Besîra yê li rojhilatê Dêrazorê mayineke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bê bandor kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de agahî li ser malpera xwe weşand.
QSD’ê ev agahî dan: “Tîma rakirina mayînan a girêdayî hêzên me roja pêncşemê mayineke şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bê bandor kir ku li ser rêya gundê Tekîhî yê bajarokê Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê bi cih kiribû.
Rêxistina terorîst hewl dide bi hemû rêbazên xwe ewlehiya şêniyan têk bibe û jiyana wan bixe metirsiyê. Hêzên me dê têkoşîna li dijî bermahiyên şaneya newêrek bidomîne ta wan ji kokê de biqedîne.”



