Zanîngeha Kobaniyê 200 endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên ku di pêvajoya şoreşê de navber dabû xwendinê, pêşwazî kirin.
Ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê 200 karmendên ku di pêvajoya şoreşê de navber daye xwendinê, êdî xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin.
Rêveberiya zanîngehê li gorî şert û mercên karê saziyan bernameyek ji xwendekaran re diyar kiriye. Li gorî bernameyê rojên în û şemiyê wekî rojên dewama zanîngehê hatine destnîşankirin.
Xwendekar li beşên mafnasî, perwerde, wêje û biyolojiyê dixwînin.



