Agir li çend bajarên Sûriyê gûr dibe.
Li derora Qesra Seroktiyê ya li Şamê, Hema û Lazqiyê, agirên mezin çêdibin.
Heta niha jî li daristanên Lazqiyê agir her diçe firehitr dibe û jiyana xelkê li wir di xeterê de ye.
Li çend bajarên Sûriyê, agir û şewateke mezin rû dide.
Ew jî bandorê li jiyan û ewlehiya mirovan dike-
Herî dawiyê, li Şamê, Li Şamê, agir li daristanên li kêleka Koşka Serokatiyê (Qesra Gel) li aliyê rastê derket û ji ber bayên bihêz li deverek fireh belav bû.
Lewra, rêya qesrê hat girtin.
Li Lazqiyê agir gûr dibe û her tiştî dide ber xwe
Di heman demê de, li çend deverên gundewarê bakurê Laziqiyê agirên mezin çêbûne.
Daristanên gundê Beyt el-Qisêr li herêma Bisêt, Cebel el-Turkman û gundên El-Îsawiye û Zenzaf wêran kirin.
Gelek dever dan ber xwe û agir berê xwe daye herêma Qestal Me’af û deverên niştecihbûnê.
Şewatên mezin li Laziqiyê derketiye..Tirs heye ku bighêje niştecihan
Agirkujên Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz nikar êgir kontrol bikin.
Tev beşdariya Helîkopteran jî, agir hîna bilind dibe.
Li gor agahiyan heta niha tu ziyanên canî çêbnebûne.



