Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir.
YRK’ê sersaxî ji malbata her 3 şehîdan û hemû gelê kurd ê welatparêz re xwest û got:
“Ew bûn nimûneya sekna jina azad û mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan.”FILM
Navenda Ragihandinê ya YRK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir.
YRK’ê diyar kir ku di 3’yê Tîrmeha 2024’an de dema ku Ararat Bawer li gel hevrêya xwe Stêra Sîser û Tara Hewram li herêma Asos li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, şehîd bûn.
YRK’ê derbarê têkoşîna her 3 şehîdan de wiha anî ziman:
“Di dîrokê de her tim yên ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê dane, her tim mezin û bi wateyeke mezin jiyan kirine şehîdên me ne.
Bi taybet di şexsê jina ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin de, bi sedan emsal di her şert û mercî de, her tim li ber xwe dane û bûne mînaka jiyana bedew.
Mîna her demê hevrêya me Ararat Bawer, Stêra Sîser û Tara Tolhildan jî bi tevlîbûn û seknên xwe careke din dane diyar kirin ku ew jî nimûneyên heqîqeta xeta jina azad in.
Bûn nimûneya hevrêtiya rasteqîn a bi Rêber Apo re.”
YRK’ê sersaxî ji malbata her 3 şehîdan û hemû gelê kurd ê welatparêz re xwest û soz da ku ew ê xeyalên şehîdan bighînin serkeftinê.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Ararat Bawer
Nav û Paşnav: Nehar Avcî
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayîk: Meryem
Bav: Tehsîn
Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos
**
Nasnav: Stêra Sîser
Nav û Paşnav: Sevda Kosen
Cihê ji dayikbûnê: Heleb
Dayîk: Fatma
Bav: Elî
Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos
**
Nasnav: Tara Hewram
Nav û Paşnav: Kejan Muyzî
Cihê ji dayikbûnê: Sine
Dayîk: Geşîn
Bav: Behruz
Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos



