Di van rojên dawî de, 12 kurd li Şamê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatine revandin.
Hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyê welatiyê kurd Hesen Omerî, Kamîran Mîrxan li Taxa Rikin El-Dîn revandin.
Bi heman rengî kurdê bi navê Mihemed Ebdelah, Umer Kidro û Ebdel-rehman Ferhan ji taxa Zor ava revandin.
Ebdelezîz Hac Elî, Remedan El-Husên, Diyar Umer û Ehemed Ferhan ji Qamişlo ne û li herêma شعلان Şe’ilan a li Şamê hatin binçavkirin.
Cabir Ebû Salih jî li otêlekê li Şamê û Mistefa Mihemed û Ehmed Bozê yên ji Kobanê ne, li Şamê hate revandin.
Gorî malbatan ji mere ragihand ku hin ji van kesan 10 roj hin 3 rojin û hin hefteyeke hatin revandin û her roj li bendê ne ku werin berdan, lê ev yek pêk nayê.



