Bîlançoya lehiyê ya li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê giran dibe. Hejmara kesên mirine derket 80 mirin û zêdeyî 40 kes jî winda ne.
Li eyaleta Texasê ya Amerîkayêyek ji karesatên herî giran ên lehiyê yên salên dawî rû da. Ji ber karesata lehiyê ya ku roja înê rabû hejmara miriyan zêde dibe.
Rayedarên eyaletê eşkere kirin heta niha herî kêm 80 kes mirine û fikar hene ku hejmara qurbaniyan hîn zêde bibe.
Lehiyê bandora herî giran li herêma Kerr County kir. Hat ragihandin li vê derê 68 kes mirin ku ji wan 28 jî zarok bûn.
Rayedaran diyarkirin li kampa qiraxa çemê Guadalupe derdora 750 zarok diman û dan zanîn ji ber barana dijwar di nava 45 deqeyan de, ev çem 8 metreyan bilind bûye.
Rayedaran eşkere kirin ku li tevahiya eyaletê zêdeyî 41 kes winda ne, lê belê ev hejmar dibe ku zêdetir be.
Her wiha hat ragihandin ku ziyan li gelek mal û avahiyan buye û heta niha nêzî 900 kes ji herêma karesatê hatine derxistin.
Serokê DYE’yê Donald Trump jî derbarê karesatê de got, “Ev yek metirsîdar e ku yek ji felaketên herî mezin ê 100 salên dawî ye.”



