Îro, dê fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û rayedarên hikûmetên Amarîka û Fransayê re bicivin.
Di çarçoveya berdewamiya civîn û diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re, şandeyeke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt Şamê.
Şandeya siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê îro bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê re bicive.
Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê jî dê beşdarî civînê bibin.
Di 10’ê Adara vê salê de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat.
Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1’ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyê de civînek fermî pêk hat.



