Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî têkildarî banga Rêber Apo diyar kir projeya Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê derfeteke zêrîn e.
Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê banga Rêber Apo ya dîrokî a bi dîmen axivî û da zanîn ku Rêber Apo bi hest û hêza xwe diaxive û got,
“Ev manîfesto bîr û baweriya ji bo civaka Kurd e. Rêber Apo naxwaze ti neteweyek li Tirkiyê malwêran bibe, ji ber timî hewl daye pêşî li şer bigire. Armanca wî avakirina civakek azad, demokratîk û aştiyane ye.”
Pêncwênî ji Kurdan hemûyan xwest di vê aloziya li Rojhilata Navîn de li gorî manîfestoya Rêber Apo tevbigerin û da zanîn ev yek ji bo Tirkiyê jî derfeteke zêrîn e.



