Li bajarê Efrînê yê dagirkirî, di navbera hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê û komeke çeteyên “Şîşan” de şer û pevçûn derket. Di encamê de ji her du aliyan birîndarî çêbûn.
Li navenda bajarê Efrînê di navbera hêzên Ewlekariya Giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komeke çeteyên “Şîşan” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker de pevçûnek derket. Di pevçûnê de çekên sivik û bombe hatin bikaranîn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, ev pevçûn li pişt Xwaringeha Vîn a li naverasta bajêr derket, di encamê de ji her du aliyan birîndar çêbûn.
Ji 2018ˊan ve ji dema dewleta Tir bajarê Efrînê dagir kiriye ve guhertinên demografîk, sûc û binpêkirinên sîstematîk ji hêla çeteyên Tirkiyeyê de, bi taybet çeteyên “Sultan Murad” dewam dikin.


