Şandeyeke DEM Partî îro çû Hewlêrê. Tê payîn ku şande sibê beşdarî merasima gerîla ya çekdanînê bibe.
Di şandeya DEM Partî de Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê, Ehmed Turk, Sirri Sakik, Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, Meral Daniş Beştar û Saruhan Oluç hene.
Şande di saetên piştî nîvro de ji aliyê şandeyake hikumeta başûrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin wê şande derbasî Silêmaniyê bibe û beşdarî merasima gerîla ya çekdanînê ya ku tê gotin wê sibê pêk were , bibe.



