Endamê Koneya Rêveber a KNK’ê Refîq Xefur derbarê pêvajoya aştiyê û pêngava dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê de, axivî û got:
Guhertinên mezin birêve ne, divê aliyên siyasî û civaka sivîl ji vê qonaxê sûd bigirin û girîngî bidin pêngavan.
Refîq Xefur got ku divê sûd ji guhertinan were girtin û wiha anî ziman:
“Niha KNK dikare roleke mezin di vê pêngava li Bakurê Kurdistanê de destpêkiriye bilîze.
Eger dewleta Tirk dev ji dijminahiya dijî Kurdan berde, wê guhertinên mezin çêbibin û bandora xwe li ser tevahî Kurdistanê bibe.
Wê Kurd ji vê sud bigirin.”



