Li taxên Şêx Meqsûd û Eşferiyê yên Helebê bi hezaran kesî bi meşekê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Meş bi pêşengiya Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Ji bo avakirina civakeke demokratîk em ê têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” pêk hat.
Meşê ji çerxerêya Zeytûnê destpêkir û heta çerxereya duyem a li taxa Eşrefiyê dewam kir.
Tevî bi hezaran şêniyên her du taxan, endamên saziyan, komînan, partiyên siyasî û saziyên jinan jî beşdarî meşê bûn.
Bi navê Kongra Star Fehîme Hemo axivî û bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan jî Dunya Bekir axivîn û qala mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kirin.



