Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever banga Rêber Apo û îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin.
Zubeyde Zumrut û Engîn Sever li ser rola Ewropayê ya di vê pêvajoyê de axivîn û diyar kirin ku eger Ewropa bi rola xwe rabe, ev mesele dirêj nebe û wiha anîn ziman:
”Em ê karên xwe yên civaka demokratîk mezintir bikin û veguherînin sazîbûneke berfireh”.
Pêvajoya ku di 27ê Sibatê de bi banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir, bi merasîma şewitandina çekan li Başûr derbasî qonaxek krîtîk bû.
Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û Engîn Sever li ser banga Rêber Apo, îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve û bendewariya ji dewletên Ewropayê re axivîn.
Di destpêkê de Zubeyde Zumrut û Engîn Sever kêfxweşiya xwe bi dîtina dîmenê Rêber Apo anîn ziman û diyar kirin ku banga wî ya bi deng kelecaneke mezin afirand.
Zubeyde Zumrut: Eger Ewropa bi rola xwe rabe meseleya Kurd dirêj nebe
Zubeyde Zumrut li ser rola Ewropayê ya di vê pêvajoyê de got:
“Gelek dewletên cîhanê piştgirî dan banga 27’ê Sibatê û daxuyanî dan.
Ji bo çareseriya meseleya Kurd divê Ewropa bi rola xwe rabe.
Di vê pêvajoyê de divê qîma xwe tenê bi piştevaniyê nînin.
Divê Ewropa yekser tevlî vê meseleyê bibe û ji bo çareseriyê bi rol rabe.
Eger Ewropa di vê mijarê de rola xwe bi cih bîne, ev mesele wê zêde dirêj nebe.
Ev yek wê bandorê li têkiliyên Tirkiyê yên bi welatên Ewropayê, têkiliyên polîtîk û têkiliyên aboriyê bike.”
Zubeyde Zumrut: Qedexe kirina PKK li Ewropa bandorek neyînî li pêvajoyê dike
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku divê Elmanya nêzîkatiya xwe ya polîtîk a li hemberî Kurdan biguherîne û got:
Ji ber ku PKK qedexe ye, ev yek dibe sedem ku Kurd hemû bêne krîmînalîzekirin û ev yek bandoreke neyînî li pêvajoyê dike.
Kar û têkoşîna polîtîk a li Elmanya û gelek welatên Ewropayê ji ber vê qedexeyê bi rengekî cidî têne astengkirin.
Zubeyde Zumrut: Divê Kurdên li Ewropayê xwe bi rêxistin bikin
Zubeyde Zumrut li ser rêxistiniya civaka Kurd a di vê pêvajoyê de wiha got:
Divê nifûsa Kurd a li Ewropa ya ku hejmara wê li ser 4 milyon mirovî ye li ser zemîneke demokratîk têkoşîna xwe bi rêxistin bike.
Em jî weke Kurdên li Ewropayê bi berpirsyariyên xwe vê pêvajoyê dimeşînin û em ê bimeşînin.
Engîn Sever: Em ê karên xwe yên civaka demokratîk mezintir bikin
Engîn Sever ragihand ku ew ji sala 2005 û pê ve derbasî pêvajoyeke guherîn û veguherînê û got:
“Di rêbaza me ya berê ya kar de piştgiriya ji bo têkoşîn û zemîna siyasî ya li Kurdistanê karê sereke bû.
Êdî em xwe ne piştevan lê belê weke hêmana esasî ya têkoşîna civaka demokratîk dibînin.
Ji bo vê jî em ê karên xwe yên civaka demokratîk mezintir bikin û veguherînin sazîbûneke berfireh.”



