Meclisa Edaleta Civakî ya Jin a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan û got “Xwestina aştiyê wêrekiyeke mezin û erkeke dîrokî ye.”
Daxuyanî li ber avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya bajarê Qamişlo, bi amadebûna bi dehan xebatkarên dîwanê û parêzerên jin hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Dîwana Dozgeriya Bajarê Qamişlo Barîn Xelîl ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew weke Meclisa Edaleta Civakî ya Jin piştgiriyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Banga Rêber Apo pir girîng e.
Rojevkirina aştiyê ne tenê ji bo dawîkirina pêşvçûn û çekdanînê ye; lê ji bo gelê Kurd û hemû gelên li herêmê destpêka dîrokeke nû ye.
Di vê sedsalê de li Kurdistan û Rojhilata Navîn şer û rijandina xwînê bi dawî nebûne. Di bin navê ol, mezheb û neteweyan de şer dewam dike.
Lewma hewce bi aştiyeke mayînde heye, bêyî aştî welat û gel azad nabin, bêyî aştiyê demokrasî, azadî û wekhevî pêk nayên.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berjewendiyên civakê di şer de tine ye, şer û rijandina xwînê di berjewendiyên hişmendiya şerxwaz û desthilatê de ye.
Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hate kirin ku li gorî pêvajoyê tev bigere. Her wiha bang li jinên di parlementoya Enqerayê de cih digirin hat kirin ku li gorî xweza û hesasiyeta jin tev bigirin û pêşengiya pêvajoya aştiyê bikin, gavên şênber bavêjin.
Di daxuyaniyê de hate hat xwestin ku di makezagonê (destûrê) de mafên nasname, azadî û wekhevî yên gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê werin mîsogerkirin û wiha hat bidawîkirin “Fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bêdengkirina çekan, ji bo hikumet û dewleta Tirk, ne teslîmkarî ye, lê ji bo gelên herêma Rojhilata Navîn şenseke aştiyê ye. Aştî xwestin û derî li şergirtin ne lawazî ye, lê bi navê din wêrekariyeke mezin û erkeke dîrokî ye.”



