Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ,bang li desthilatê û partiyên muxalefetê kir ku bi berpirsyarî nêzîkî pêvajoyê bibin.
Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveber ya Navendî a partiya xwe ku îro hate lidarxistin, li Enqerê daxuyanî da.
Ayşegul bal kişande li ser merasima çek şewitandinê ya gerîla û anî ziman ev gava ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, weke rojeke ku wê neyê ji bîrkirin derbasî dîrokê bû.
Berdevka DEM Partî destnîşan kir ew alîgirê wê ne ku hemû pirsgirêk bi rêyên danûstandinê bên çareserkirin û û got,
“Ji bo çek bi temamî ji dewrê derkevin û qada siyaseta demokratîk bê xurtkirin divê bi lez tişta pêwîst bê kirin. Divê hemû mekanîzma bên avakirin.
Komîsyona ku wê li meclisê bê avakirin divê bi rengekî çalak dest bi xebatan bike û hemû partî bi cidî nêzîk bibin.”
“Divê desthilat û muxalefet bi berpirsyarî nêzîkî pêvajoyê bibin”
Ayşegul diyar kir divê çareserî tenê li ser DEM Partiyê neyê hiştin û got,
Desthilat, partiyên muxalefetê û herkes divê bi cidî û berpirsyarî nêzîkî vê pêvajoyê bibin.



